• Tuesday, 17 February 2026
logo

“Her welatek pabendî sizayên li ser Îranê nebe, ew jî tê sizakirin”

Gulan Media August 15, 2018 Nûçe
“Her welatek pabendî sizayên li ser Îranê nebe, ew jî tê sizakirin”
Wezareta Derve ya Amerîka gefê li hikûmeta Iraqê dixwe heger pabendî sizayên aborî yên li ser Îranê nebe û bi heman awayî jî sizayên aborî li ser wê jî disepîne.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di bersiva pirseke peyamnêra K24ê li Washingtonê Laurie Mylroie ya derbarê pabendnebûna Iraqê bi sizayên li Îranê de ragihand, ewên biryarê binpê bikin û pabend nebin bi sizayên li ser Îranê, heman siza li ser wan jî tên sepandin.

Heather Nauert şeva bûrî di konferanseke rojnamevanî de got: “Hemû welat hişyariyên me yên derbarê bazirganiya ligel Îranê de dizanin, ew welatên wan biryaran binpê bikin, sizayan li ser wan disepînin.”

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêr li Bexdayê ragihandibû, Pabendbûna Bexda bi sizayên Amerîka li ser Îranê ew e, ku bazirganî di navbera Iraq û Îranê de berdewam dibe û tenê bazirganiyê bi Dolar nake.

Hefteya bûrî, Banka Navendî ya Iraqê tevahiya benkê xwe agahdar kiribû, ku bazirganiya bi Îranê re bi Dolar nekin, ew jî wek pabendbûnek bi sizayên Amerîka li ser Îranê ye.

Li gor amaran, qebareya bazirganiya di navbera Iraq û Îranê de salane digihe 6.6 milyar Dolar û salane jî 3 milyon welatiyên Îranê serdana cihên olî yên li Iraqê dikin.

K24
Top