• Tuesday, 17 February 2026
logo

Iraq, Îran û Tirkiyê li ser pirseke sînorî lihev kir

Gulan Media August 15, 2018 Nûçe
Iraq, Îran û Tirkiyê li ser pirseke sînorî lihev kir
Welatên Iraq, Tirkiye û Îranê li ser pirseke hevbeş a hestiyar di navbera wan de lihev kirin û kar ji bo aramyê sînorên xwe dikin.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Arecî di daxuyaniyeke rojnamevanî de aşkere kir, di serdana bo Enqerê de ew ligel wezîrên navxwe yên Tirkiye û Îranê civiya. Hevdem biryar e jî hevahengiya zêdetir di navbera xwe de bikin.

Qasim Arecî aşkere kir, ew hevpostên xwe yên Tirkî û Îranî li ser wê yekê rêkeftine ku sînorên xwe li hember qaçaxiya madeyên hişbir û qaçaxiyên din tundtir bikin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duhî bi serokatiya şandekê gihîşte Tirkiyê, ku Wezîrê Navxwe yê Iraqê jî di nava wê şandê de bû.

K24
Top