• Tuesday, 17 February 2026
logo

Naveroka peywendiya telefoniya Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Amerîkayê

Gulan Media August 15, 2018 Nûçe
Naveroka peywendiya telefoniya Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Amerîkayê
Mike Pompeo Wezîrê Derve yê Amerîkayê telefona Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û çend mijar û pirsên giring gotûbêj kirin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê pêşhatên dawiyê û serkeftina Arteşa Îraqê û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê li dijî çekdarên DAÎŞê li deverê û gavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Îraqê gotûbêj kirin.

Her du aliyan behsa daxwazên hevwelatiyên Îraqê kirin, ku li xwepêşandanên vê dawiyê xistine berçav. Hewrwiha pîdagirî lis er vê yekê kirin ku divê daxwazên xwepêşanderan bi cih bihên, û ji bo hevwelatiyên Îraqê jiyaneke baştir bê afirandin.

Parastina qurbaniyên destê terorê û yên ku ji destê DAÎŞê hatine rizgar kirin, bi tyabetî Êzidî û Kirîstiyan, mijarek din ya peywendiya telefoniya navbera Serowkezîrê Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê bû.

Top