Parêzgarê 'Sepandî yê Kerkûkê' sîxuriyê dike
Li gor nûçeya K24ê li gorî belgenameyên di torên civakî de, sîxurî li ser çalakvan û rojnamevanên Kerkûkê hatiye kirin û bi têkdana nerîna giştî hatine tometbarkirin, hevdem navnîşan û cihê karên wan çalakvanan ji bo hêzên dije terora Iraqê hatine eşkerekirin.
Herwiha li gorî wê nivîsê, ew çalakvan û rojnamevanan, ji pêkhatên cuda yên Kerkûkê ne, Kurd û Ereb jî di nav wan de hene û hin ji wan jî, jimarên mobaylên wan jî hatine nivîsandin.
16ê Cotmeha sala borî di encama xiyaneta baskekî di nav YNKê de bajarê Kerkûkê û deverên din yên Kurdistanî ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve hatin dagirkirin û parêzgarê rewa û hilbijartî ji kar hat dûrxistin.
Basnews
