• Tuesday, 17 February 2026
logo

Guardian: Erdogan wê teslîmî Trump bibe

Gulan Media August 14, 2018 Nûçe
Guardian: Erdogan wê teslîmî Trump bibe
guardian dibêje vê Erdogan teslîm bibe
Edîtorê Aboriyê yê rojnameya Guardianê Larry Elliott got ku ji bo ku Tirkiye pirsgirêkên xwe çaraser bike û dem û rêyên wê kêm dibin.

Li gor nûçeyeke PeyamaKurd Edîtorê Aboriyê yê rojnameya Îngîlîzî Guardianê Larry Elliott di nivîsa xwe ya dawî de li ser aborî û pirsgirêkên Tirkiyê sekinî. Elliott got ku ji bo ku Tirkiye pirsgirêkên xwe çaraser bike dem û rêyên wê kêm dibin.

Elliott wiha berdewam kir: “Ji ber ku piştî hilbijartinê Erdogan nehişt ku Bankeya Navendî hinek tedbîran bistîne û gengeşiyên bi Amerîkayê re bû sebeba qeyrana aboriyê. Erdogan kete nava şerekî wisa de ku nikarê bi ser bikeve. Ji bo ku Tirkiyê ji vê qeyranê derkeve divê Erdogan di mijara Brunson de teslîmî Trump bibe.

Top