• Tuesday, 17 February 2026
logo

Heşdî Şeibî û gruba xiyanetê ya 16ê Cotmehê bi hev re diziya neftê dikin

Gulan Media August 13, 2018 Nûçe
Heşdî Şeibî û gruba xiyanetê ya 16ê Cotmehê bi hev re diziya neftê dikin
Parlamentarekî berê yê Iraqê ragehand, milîsên Heşdî Şeibî û gruba xiyanetkar a 16ê Cotmehê dest bi diziyê kirine.

Endama xola sêyem a parlamentoya Iraqê Emîre Zengene ji BasNewsê re ragehand ku, li bajarê Kerkûkê girtina ser malê welatiyên kurd û diziya pere, zêr û hindek caran diziya otombîlan berdewam e.

Da zanîn ku, çekdarên Heşdî Şeibî dest danîne ser kêlgehên nefta Kerkûkê û bi rêya Silêmaniyê bo Îranê dişînin, bê guman gruba xiyanetê ya 16ê Cotmehê li gel wan hevbeşin bi dizî û qaçaxçiyê.

Milîsên Heşdî Şebî di 16ê Cotmeha borî bi rêkeftin li gel gruba xiyanetkar bajarê Kerkûkê dagîr kirin.

Basnews
Top