• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezîrê Darayî yê Tirkiyê: Planên me yên aksiyon amade ne

Gulan Media August 12, 2018 Nûçe
Wezîrê Darayî yê Tirkiyê: Planên me yên aksiyon amade ne
Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak ragihand, ku bilindbûna dolar û diwîzê li hember lîreyê Tirkiyê nîşena êrîşeke eşkere ne û diyar kir ku ji bo aramkirina piyasayê planên wan ên aksiyon amade ne.



Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak derbarê bilez bilindbûna nirxê diwîz û dolarê ya li hember lîreyê û ziyanên wê yên li ser aboriya Tirkiyê ji rojnameyeke tirkî re axivî.



Berat Albayrak amaje bi siyaseta Amerîkayê kir û got: “Eşkere ye, ku ev êrîş ji aliyê lîstikvanê herî mezin a sîstema fînansa cîhanî vet ê birêvebirin. Ev yek bi serê hemû welatên pêşkeftî de anîn û tînin.”



Albayrak bi bîrxist ku Amerîkayê ev yek bi serê Rûsyayê jî anî lê wî welatî karî xwe komî serhev bike û diyar kir: “Pereyê me raste rast bûye armanca Serokê Amerîkayê, di rewşeke wiha de xelet e mirov rexneya qelsbûnê li aboriya Tirkiyê bigre. Me li hember vê pêla bilindbûn û nizimbûna piyasayan plana xwe ya aksiyonê amade kiriye.”



Berat Albayrak da zanîn, ku ew pir giringî didin serxwebûna polîtîkayên li ser pereyê û got: “Divê ev yek jî bi polîtîkayên bihêz ên darayî werin piştgirîkirin. Banka Navendî jî di biryara xwe ya dawîn de behsa giringiya van polîtîkayan kir. Em ê di vê warî de bikevin nav pêvajoyeke bihêz.”



Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê da xuyakirin, ku xala herî giring a plana wan a aboriyê ew e, ku li derveyî bûdceyê ti mesrefên din nekin û li ser vê yekê jî ligel wezaret û saziyên peywendîdar axivîne.



Albayrak anî ziman ku ew dê giringiyê bidin hilberîna fîrmayên navxweyî û piştigiriyê bidin berhemên wan û sîstema teşwîqê jî ji nû ve sererast bikin.

Rudaw
Top