• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Besreyê xwepêşander deriyeke mezin daxistin

Gulan Media August 13, 2018 Nûçe
Li Besreyê xwepêşander deriyeke mezin daxistin
ev derî di navbera Îraq û Kuwaitê deye
Di çarçoveya dom kirina xwepêşandanên li Başûrê Îraqê de, îro xwepêşanderan li bajarê Besreyê dîsa xwepêşandaneke girseyî li dar xistin û li dijî hikûmet û berpirsên hikûmeta Îraqê diroşmeyên curbicur gotin.

Her îro xwepêşanderan li Besreyê deriya Sefiwan yaku di navbera Îraq û Kuwaitê de ye daxistin û rê nadin ku hatûçû li vê deriya han were kirin.

Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku niha hatûçûya navbera Îraq û Kuwaitê hatiye rawestandin.

Top