• Tuesday, 17 February 2026
logo

MSD: Hikûmeta Sûryê biryara girtina şanda danûstendinan neda ye

Gulan Media August 13, 2018 Nûçe
MSD: Hikûmeta Sûryê biryara girtina şanda danûstendinan neda ye
Endamê Desteya Serokatiya Civata Sûrya Demokrat (Hikmet Hebîb) red kir ku Hikûmeta Sûryê biryara girtina endamên şanda wan a danûstendinan dabe.

Hikmet Hebîb ji medya Opozisyona Sûryê re ragihand, ku şanda wan a ku serdana Şamê kiribû, ji 7 kesan pêk dihat û ew li gel hejmarek ji berpirsên wezareta navxwe ya Sûryê civiya ye.

Bi gotina Hebîb, di wê civînê de, behsa mijarên girêdayî rêveberiya navxwe hat kirin, herwiha behsa xalên lihevkirin û nakokiyê derbarê yasaya 107an û rênimayên rêveberiya xweser jî hat kirin.

Navhatî tekez kir, ku Hikûmeta Sûryê biryara girtina endamên wê şandê neda ye û got: Ew nûçeyên behsa vê yekê dikin nerast in û şanda me bi awayekî normal vegeriya ye û danûstendinên me berdewam in.

Duh hin jêderên xwecihî li Rojavayê Kurdistanê, ji medyayê re tekez kirin, ku Hikûmeta Sûryê bera şanda MSDê daye û biryara girtina endamên wê daye, lê Rûsya destwerdan kiriye û nehiştiye ku Hikûmeta Sûryê wan bigire, piştre jî bi firokeyeke barkirinê, endamên şandê ji Şamê anî Qamişlo.

Basnews
Top