• Tuesday, 17 February 2026
logo

Iran: Emê piştgiriya Tirkiyê bikin

Gulan Media August 13, 2018 Nûçe
Iran: Emê piştgiriya Tirkiyê bikin
Iran dibêje li dijî dorpêçên Amerîkayê vê piştgîriya tirkiyeyê bike
Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî got ku li dijî polîtîkayên Amerîkayê, dewleta Îranê û xelkê wê, li cem Tirkiyê ye.

Li gor nûçeyeke PeyamaKurd Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî di televîzyona netewî ya Îranê de axivî û got ku Tirkiye ne bi tenê ye, bila gelê Tirkiye xwe bi tenê hîs neke. Em ê her wextî li cem gelê Tirkiyê bin û piştgiriyê bidine wan.

Qasimî wiha dewam kir: “Divê îradeya gelan bi zor û zextan neyê guhertin. Gelê Tirkiyê muheqqeq wê bi ser bikeve.”
Top