Nûnerê Xamineyî li Iraq gef li Ebadî kirin
Di daxuyaniyekê nûnerê rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî li Iraqê Mûctebî El Huseynî ragehand ku, helwesta Ebadî li himber Amerîka binketineke derûniye, herwiha ne berpirsyaretiye.
SerokwezîrêIraqê Heyder Ebadî roja Sêşema borî di kongreya xwe ya rojnamevanî de ya heftiyane ragehandibû ku, ew necare pêbendî cezayên Amerîka li ser Îranê ye, tekez kir ku, welatê wî jî ev êş 12 salan kişandiye.
Heftiya borî cezayên aborî yên Amerîka li ser Îranê destpê kirin, herwiha Amerîka ceza li ser Tirkiyê sepandin, ev yeke bû sedema ku, diravên herdu welatan kêm bikin.
basnews
