• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serbest Lezgîn: Bêyî Pêşmerge hêzên Iraqî nikarin Şingalê biparêzin

Gulan Media August 13, 2018 Nûçe
Serbest Lezgîn: Bêyî Pêşmerge hêzên Iraqî nikarin Şingalê biparêzin
Birîkarê wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ji Kurdistan24ê re ragihand, ku bê hevrêzî li gel Pêşmerge, Heşda Şeibî û hêzên Iraqî nikarin aramiya Şingalê biparêzin.

Di dema beşdariya wî di bernameya (Basî Roj) a Kurdistan24ê de, Serbest Lezgîn tekez kir, ku piştî pêkanîna Hikûmeta dahatî ya Iraqê, pêwîst e kêşeya parastina Şingalê, di navbera Hewlêr û Bexdayê de yekalî bibe û diyar kir, ku Hevpeymaniya Navdewletî jî di vê baweriyê de ye, lê ew jî li bendî pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraq ye.

Derbarê ew dengoyên ku behsa vekişiyana hêzên Heşda Şeibî ji Şingalê dikin, Lezgîn got: Heşda Şeibî ji navçeyê nekişiya ye, tenê guhertin di hêzên xwe de çêkiriye.

K24
Top