• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîka bo Erdogan: Eger qeşe neyê berdan dê xirabtir bikin

Gulan Media August 13, 2018 Nûçe
Amerîka bo Erdogan: Eger qeşe neyê berdan dê xirabtir bikin
Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan ragehand ku, Washingtonê tenê 3 roj muhlet dane Tirkiyê daku, qeşeyê amerîkî Androw Brunson were berdan eger nehat berdan ceza tundtir dibin.

Daxuyaniyê Serokê Tirkiyê li mîtingeke cemawerî ya alîgirên AkPê de bû û tekez kir ku, Amerîka tenê 3 roj muhlet dane Tirkiyê.

Herwiha Erdogan da zanîn ku, dema şanda Tirkiyê serdana Washingtonê kiribû, berpirsên wî welatî ew muhlet dabûne wan û tekez kiribûn, eger di wan her 3 rojan de qeşe neyê azad kirin, dê rewş xirabtir bibe û cezayên tundtir li ser Tirkiyê bêne sepandin.

Amerîka çend roj berê daxwaz ji Tirkiyê kiribû qeşe Androw Brunson, ku nêzîkî 2 salan e bi tohmeta endamtiya rêxistina Gulen, li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê hatiye girtin, berde lê Tirkiye ew daxwaza Amerîka red kiribû, ji ber wê jî Amerîka dorpêç danîbû ser mal û mikên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu û Wezîrê Dadê yê wî welatî.

Wê kirîzê bandorek xirab li ser nirxa diravê Tirkiyê kiribû û bibû sebeb ku asta diravê Tirkiyê li hember dolar gelekî dakeve. Her dolarek niha bi 5.40 lîreyan tê firotin.

Basnews
Top