Dolar rekoreke dîrokî şkand: Dolarek bû 7.22 lîre
Di borsayê de îro danê êvarê nirxê her dolarekî gihişte 7.22 lîreyan û euro jî gihişte 8.22.
Piştî tengezariya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ya li ser mijara girtina qeşeyê amerîkî, herwiha daxuyanî û biryarên tund ên Waşîngtonê yên li hember Enqerê, pereyê Tirkiyê nirxê xwe wenda kir.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihandibû, ku ev şereke aborî ye li dijî Tirkiyê û gotibû li hember vê yekê plana wan a B û C heye.
Rudaw
