• Tuesday, 17 February 2026
logo

Xelkê Şingalê: Baş bû ku Heşda Şeibî ji vir çû

Gulan Media August 13, 2018 Nûçe
Xelkê Şingalê: Baş bû ku Heşda Şeibî ji vir çû
Hêzên Heşda Şeibî ji Şingalê vekişiyan, tenê lîwayeke wan li ser sînûrê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê maye. Hemwelatiyên Şingalê jî dibêjin, ew dixwazin hêzeke Kurdî herêma wan biparêze, ne ku hêzek ji dûr ve hatiye.



Heşda Şeibî ya Iraqê beşek ji hêzên xwe ji Şingalê vekişand. Tenê Lîwaya 5 a vê hêzê li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê maye.



Fermandarê rêxistina Bedir a Heşda Şeibî Qasim Ehmed Obeyt got: “Em bi fermana Seyîd Elî Sîstanî hatine vê derê. Em weke Lîwaya 5 tenê li vir mane û heta ferman jî neyê em venakişin.”



Piraniya hêzên li bajarokê Rebîe û Sinûnê yên Ketîbeya Îmam Elî ya Heşda Şeibî bûn ku vekişiyan. Nîştecihên Şingalê jî nêrînên xwe ji Rûdawê re wiha anîne ziman:



Seydo Derwêş: “Ev daxwaza me bû ku Heşd ji şingalê derkeve. Piştî derketin keyfa me gelek hat û em dixwazin artêşa Iraqê û pêşmerge bi hevre vê deverê biparêzin.”



Seîd Xêra: “Me divê em bi xwe herêma xwe biparêzin. Em naxwazin xelkên biyanî ji başûrê Iraqê werin û parastina me bikin. Mala wan ava be hatin gundên başûrê Şingalê rizgar kirin.”



Bi dîtina piraniya xelkê Şingalê, eger hêzeke ji wan neyê avakirin dê metirsiya DAIŞê li ser heremê hertim hebe.



Piştî êrîşa DAIŞê ya Tebaxa 2014ê Şingal ketibû destê DAIŞê. Lê Hêzên Pêşmerge di Kanûna sala 2015ê navçe bi temamî kontrol kir. Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, bi vekişandina pêşmerge Heşda Şeibî li Şingalê bicîh bû.

Rudaw
Top