Pêşmerge: Em haydarî vekişîna çekdarên Heşdê ne
Derbarê kişandina çekdarên Heşdê ji hin navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê û ji sînorên parêzgeha Nînewa. Cemal Êmînkî ji Kurdistan24ê re got: Em li hemû sînoran haydarî tevgerên Heşda Şeibî ne, li wan navçeyên ku çekdarên Heşdê vekişiyan e, hêzên Iraqî mane, ev jî nayê wateya ku ew navçeyana hatine valakirin û hemû hêz vekişiya bin.
Got jî: Heya niha ti rêketinek di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de nebûye, li ser vekişiyana çekdarên Heşdê ji wan navçeyan, ti civîn di nav me û Artêşa Iraqê de nehatiye lidarxistin.
Ev yek di demekê de ye, ku Desteya Heşda Şeibî, biryara hilweşandina hin mîlîşyayên xwe li çend navçeyên Kurdistanî û (rojhilat û rojavayê) parêzgeha Nînewa û çend navçeyên din derxist û tevahiya desthilatdariyê radestî yek kesî kir.
Li gorî nivîseke fermî, ku îmzeya cîgirê serokê Desteya Heşdê li ser e, 7 biryar derbarê hilweşandina hin mîlîşyayên Heşdê hatine stendin.
K24
