• Tuesday, 17 February 2026
logo

Abid Îke: HDP rexneyên Demirtaş ji xwe re weke fermanekê dibîne

Gulan Media August 12, 2018 Nûçe
Abid Îke: HDP rexneyên Demirtaş ji xwe re weke fermanekê dibîne
Hevserokê Nûneratiya HDPê li Herêma Kurdistanê dibêje, ew rexneyên Selahattin Demîrtaş weke fermanekê ji xwe re dibînin.



Hevserokê berê yê HDPê, Selahattin Demîrtaş di meqaleyekê de ku di çend rojên bihorî de li medyayeke nêzîkî PKKê hatibû belavkirin, rexne li şêweya karkirina niha ya HDPê girtibû û gotibû, divê HDP ji wê betlaneya ku niha têketiye, derkeve û çalak bibe.



Demîrtaş herwiha gotibû, HDPê xwe bi xebata parlamentoyê ve girê daye, parlamento jî hatiye bê bandorkirin, lewra pêwîste HDP ji rwşa niha derkeve û vegere nav gel de.



Di wê derbarê de, Hevserokê Nûneratiya HDPê li Herêma Kurdistanl, Abid Îke ji Rûdawê re ragihand: HDP partiyek e ku ji nav dilê gel derketiye, lê rexneyên Demîrtaş ji vê yekê tên, ku niha ti hêviyek jibo Erdogan nemane û parlamentoya Tirkiyê jî weke betlaneyê ye.



Îke herwiha got, ew weke HDP, rexneyên Selahattin Demîrtaş weke fermanekê ji xwe re dizanin, ku ji HDPê dixwaze kelecanê bide xebata di nav gel de û ji HDPê dixwaze di warê dîplomasiyê de tevgerên xwe berfirehtir bike.

Rudaw
Top