Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê û rûdanên piştî referandûmê guftûgo kirin û tekez jî li rewayetiya mafên gelê Kurdistanê û retkirina sepandina bi zorê û zebirûzeng li ser gelê Kurdistanê kirin.
Her li vê civînê da her dû alî di derbarê hilbijartinên meha Eylûla pêş de û pêwîstiya karkirin û danîna bernameyeke bi hêz ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirina jiyan û guzeraniya hemwelatiyan de danustandina bîr û ramanan kirin.
