• Tuesday, 17 February 2026
logo

Heşda Şeibî ji Şingal û Zûmarê derket

Gulan Media August 10, 2018 Nûçe
Heşda Şeibî ji Şingal û Zûmarê derket
Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, çekdarên Heşda Şeibî ji bajarokê Zûmar yê Başûrê Kurdistanê vekişiyane û dê ji bajarê Şingalê jî vekişin.

Fermandeyê Pêşmerge li ziyareta Şerfedîn li ser çiyayê Şingalê, Qasim Şeşo ji BasNewsê re got, ev du roj in çekdarên Heşda Şeibî dest bi vekişîna ji Zûmar û Şingalê kirine.

Qasim Şeşo her wiha got, îro bi temamî ji Zûmarê vekişiyan û dê sibê jî bi temamî ji Şingalê derkevin.

Wî fermandeyê Pêşmerge da zanîn, derketina Heşda Şeibî ji Zûmar û Şingalê piştî hevdîtina Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêk hat û got, wisa xuya dike li şûna wan hêzên Pêşmerge dê bicîh bibin.

Berpirsê liqa PDKê li Şingalê Qadir Qaçax jî ji BasNewsê re got, Heşda Şeibî ji Şingalê derket. Niha tenê çend yekîneyên artêşa Iraqê û milîsên êzîdî yên Heşda Şeibî mane.

Basnews
Top