"Em qebûl nakin Sûriye vegere sîstema navendî"
Endamê Desteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEMê û Hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim di derbarê rewşa Sûriyê û gotûbêjên MSD û rejîmê ragihand ku êdî nabe Sûriye vegera mîna serdema berê û got divê Sûriyeya pêşerojê demokratîk û nenavendî be her hizr û pêkhateyên cuda tê de hebin.
Mislim ji AFPê re axivî û diyar kir ku ew hewl didin destkeftên xwe biparêzin û wiha pê de çû: “Ji wan jî rêveberiya li Bakurê Sûriyê û dezgeh û sîstema demokratik. Niha fikra Şam ji wê bo ne guncaw e, loma divê em gav bi gav bi pêş ve biçin. Mafên gelê Kurd ne cihê guftûgokirinê ye, çi mafên siyasî yan yên çandî bin. Divê her pêkhateyekê mafê diyarkirina çarenivîsa xwe hebe.”
Salih Mislim ragihand ku vegera bo sîstema navendî bo wan xeta sor e, nabe Sûriye veger wê sîstemê û ew ti carî li ser wê gotûbêjan nakin û diyar kir di mijarên din ew amade ne her mijarê li gel rejîmê gûftûgo bikin.
Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û berpirsê rejîmê li Şam a paytexta Sûriyê civiyabûn ûhatibû ragihandin ku herdu aliyan li ser avakirina komîsyonan bo çareserkirina kêşeyên di her warî de li hev kiriye. Şanda MSDê li ser daxwaza rejîmê çûbû Şamê.
Basnews
