• Tuesday, 17 February 2026
logo

"PDK di hilbijartinên Kurdistanê de dê bibe partiya yekem"

Gulan Media August 10, 2018 Nûçe
Berpirsê Ofîsa PDKê ya li Silêmaniyê Seîd Selîm ragihand ew li gel wê ne ku hilbijartinên Kurdistanê di dema xwe de pêk werin û diyar kir ku PDK dê dibe partiya yekem a hilbijartinan.

Berpirsê Ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Silêmaniyê Seîd Selîm ji BasNewsê re axivî û got, “Partiya me di nav gel de xwedî hêzeke mezin e. Alîgirên me zêde dibin û dengên me bilind dibin. Geşedanên di warê netewî de rêjeyeke emzin a dengan gihand partiya me. Eger hilbijartineke bi rêk û pêk û hîle û arîşe nebe PDK dê dengê xwe gelek zêdetir bike.

Selîm ragihand ku ti astengiyek li pêşiya paşxistina hilbijartinan nîn e lê ew weke partî li gel wê yekê ne hilbijartin di dema xwe de pêk werin û got divê alîgirên PDKê bi partiya xwe bawer bin ku dê di hilbijartinan de ser bikeve.

Waar.tv
Top