• Tuesday, 24 February 2026
logo

Festîvala Nêrgizan li Duhokê

Festîvala Nêrgizan li Duhokê

Li Duhokê îro, 02/03/2022, 3yemîn Festîvala Nêrgizan birêve çû.

Festîval di çarçova projeya Bablo ya geştyarî de hat kirin ku dikeve nahiya Zawîte ya ser bi parêzgeha Duhokê ve.

Di çarçova wê projeyê de nêzikî 50 milyon gulên Nêrgiz li ser rûberê 60 hezar metre sêca hatine çandin.

Xwediyê projeyê Dilawer Meşhur ji Rûdawê re ragihand, “Vê projeyê sala 2007 destpê kir, destpêkê 100 hezar gulên Nêrgiz bûn, paşê sal bi sal berhemên me zêde bûn û heta îsal gihişt nêzikî 50 milyon gulên Nêrgiz. Em salane 10 ton gulên Nêrgiz ji Holandayê hawirde dikin bo ku her sal berhemên me zêdetir bibin.”

Piraniya Nêrgizên hatine çandin, Nêrgizên Kurdî ne û beşek ji wan jî ji Holanda tên hawirdekirin. Li gor gotina xwediyê projeyê, zêdetirî 10 corên Nêrgiz di wê projeyê de hene.

Zeyneb Eşqî jî ku beşdarî festîvalê bûye, “Proje gelek ciwan e, festîval jî di cih de ye û divê zêdetir girîngî pê bê dayîn. Ciwaniyê bi sirûştê dibexşe û sûdeke zêde ya aborî jî heye eger hat û bi başî hat berhemanîn, dibe ku hinardeyî derve jî bê kirin û markayên cîhanî bêhn û gula Nêrgiz a Kurdistanê bikar bînin. Ez di wê baweriyê de me ku bêhna Nêrgizên Kurdistanê xweştirîn e li cîhanê.”

 

Rudaw

Top