McGurk: Helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pirseke navxweyî ye
McGurk li ser rûpela xwe ya Tiwîterê nivîsîbû gotinên Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî rastin û got ku, pirsa helbijartinan pirseke navxweyî ye û bi destê serkirdeyên Herêma Kurdistanê û parlementoyê de ye, ku rewşa herêmê û Iraqê li ber çavan bigrin
McGurk tekez kir ku, ew îdiayên ciyawaz ên di vê mijarê de ne rastin.
Berî niha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî red kiribû ku, Amerîka daxwaza helbijatinên parlamentoya Kurdistanê kirine.
Herwiha Cîgirê Serokê Hikûmetê jî Qubad Talebanî di daxuyaniyekê de ragehandibû ku, hemû aliyên siyasî dixwazin helbijartin werin paşxistin lê aşkere nakin, PDK daxuyaniyên Talebanî red kirin û ragehand ku, PDK bi pêkanîna helbijartinan di dema xwe de ye.
Basnews
