• Tuesday, 17 February 2026
logo

Erdogan ji dewlemendan re got: Netirsin dê derbas bibe!

Gulan Media August 9, 2018 Nûçe
Erdogan ji dewlemendan re got: Netirsin dê derbas bibe!
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje, ew pêla erdheja ku niha aboriya Tirkiyê vegirtiye, dê “di wextê guncaw de” derbas bibe.

Erdogan duh pêşwazî li serokê Yekitiya Borsa û Odeyan ya Tirkiyê (TOBB) Rifat Hiscarciklioglu û şanda pê re kir.

Li gorî medyaya Tirkiyê, di wê hevdîtinê de herî zêde rewşa aborî ya Tirkiyê û ew pêla erdhejê ya ku ji ber alozbûna pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê, aboriya wî welatî vegirtiye, hat axaftin.

Rojnameya Milliyetê daye zanîn ku Erdogan di civînê de gotiye, ev kirîza niha dê di wextê guncaw de derbas dibe, ji ber wê jî bila ti kes netirse.

Li gorî heman çavkaniyê, Erdogan her wiha gotiye, gel dizane ka ew kirîz û kêşe çima û ji ku tên!



Basnews
Top