Serokwezîr pêşwaziyê li Konsula nû ya Almanyayê li Hewlêrê dike
Di civînekê de ku, Dilşad Barzanî nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanyayê amade bû, ji bo wê hevkarî û alîkariya ji kar û çalakiyên wê re tê kirin, Barbara sipasiya saziyên hikûmeta Kurdistanê kir û tekîd li ser zêdetir pêşvebirina têkeliyên navbera Almanya û Kurdistanê, berdewamiya hevkariyên di warê mirovî û leşkerî de ji aliyê welatê wê ve ji bo Herêma Kurdistanê û paldana şirket û kompaniyên almanyayî ku li Herêma Kurdistanê di warên cuda de sermayeyê xwe birazînin, kir.
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Barbara weke konsula nû ya Almanyayê li Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku di kar û çalakiyên xwe de serkeftî be. Serowkezîr sipasiya Almanyayê kir ku di warê mirovî û leşkerî de alîkariya Herêma Kurdistanê dike, bi taybetî beşdariya Alamnya di pirosesa çaksaziyên wezareta karûbarên pêşmerge de û hêvî xwest ku ew alîkarî berdewam bin.
Rewşa herêmî bi giştî û pirosesa siyasî li Îraqê û pêşhateyên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê çend mijarên din yn civîna Serowkezîr Barzanî û konsula nû ya Almanyayê bû.
