• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Erzîrom, Wan û Colemêrgê şer

Gulan Media August 8, 2018 Nûçe
Li Erzîrom, Wan û Colemêrgê şer
Walîtiyên Erzîrom û Wanê ragihandin, ku di encama operasyonên li wan bajêran 4 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. Herwiha HPGê jî dîmenên çalekiyekê li Colemêrgê belav kir û ragihand ku di wê çalakiyê de 7 leşker hatine kuştin.



Walîtiya Erzîromê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku li navçeya Qereyazî di dema operasyonê de di navbera leşkeran û endamên PKKê de şer derketiye.



Li gorî daxuyaniyê di encama pevçûnê de 2 endamên PKKê canê xwe ji dest dane û leşkerek jî bi sivikî birîndar bûye.



Herwiha Walîtiya Erzîromê da zanîn, ku di dema operasyonê de kelûpelên leşkerî hatine desteserkirin.



Li Wanê pevçûn



Walîtiya Wanê jî bi daxuyaniyekî ragihand ku li navçeya Payîzavayê “li ser saloxdana hemwelatiyan” leşkeran li dijî endamên PKKê operasyonek lidarxistine.



Hate gotin, ku di dema operasyonê de pevçûn derketiye û 2 endamên PKKê canê xwe ji dest dane.



Firokeyan Gabar, Zap û Xakurk bombebaran kir



Çavkaniyên leşkerî yên artêşa Tirkiyê ragihandin ku li Çiyayê Gebarê bi firokeyên bê firokevan pêgehên PKKê hatine bombebarankirin û di encama bombebaranê de 5 endamên PKKê canê xwe ji dest dane.



Herwiha Sererkaniya Tirkiyê ragihand ku firokeyên wan herêmên Xakurk û Zapê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirine.



HPG: 7 leşker hatine kuştin



Ji aliyê din ve baskê leşkerî yê PKKê, Hêzên Parastina gel (HPG) jî derbarê çalakî operasyonan de daxuyanî belav kirin.



HPGê dîmenên çalakiyeke li navçeya Şemzînan a Colemêrgê belav kir, ku bi roketan êrîşî pegeheke leşkerî dikin.



Li gorî daxuyaniyê ev çalakî roka 23yê Tîrmehê li Çiyayê Govendê pêk hatiye û di encamê de 7 leşker hatine kuştin.



HPGê bi daxuyaniyekî din jî eşkere kir, ku roja 6ê Tebaxêgerîlayên wan li dijî qereqola Gulîzerkê ya li Tendurekê ya navçeya Ebex a Wanê çalakiyek kirine û di encamê de leşkerek hatiye kuştin.



HPGê navê 8 gerîlayan eşkere kir



Di vê navberê de Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 8 gerîlayên xwe eşkere kir, ku li Colemêrgê canê xwe ji dest dane.



Di daxuyaniyê de hate gotin, ku roja 21ê Tîrmeha 2018’an li Geliyê Marînosê ya Colemêrgê artêşa Tirkiyê bi firokeyan pêgehên wan bombebaran kiriye û wan 8 gerîlayan di wê bombebaranê de canê xwe ji ji dest dane.

Rudaw
Top