• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îsraîl: Îran alîkariya YPGê jî dike!

Gulan Media August 8, 2018 Nûçe
Îsraîl: Îran alîkariya YPGê jî dike!
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Avîgdor Lîberman dibêje, Îran li Sûriyê alîkariya YPGê jî dike!

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Avîgdor Lîberman serdana bilindahiyên Golanê yên li ser sînorê Îsraîl û Sûriyê kir û ragihand: “Nûkirina dorpêçan li ser Îranê zelal e, bi taybetî ji bo wan kesên ku şerê terorê dikin. Divê ev were famkirin ku rêkeftina berê ya etomî bi milyaran dolar gihand rêjîma ayetullahan ya Îranê. Ew dirav bo fînansekirina terorê hat bikaranîn ne bo gelên Îranê.”

Lîberman anî ziman ku Îran alîkariya çend hêz û grupên terorîstî jî dike û wiha anî ziman: “Îran piştgiriya hêzên Kurdî yên li Sûriyê (qesta wî YPG ye), piştgiriya Hîzbullah, piştgiriya milîsên şîe yên li Iraqê, piştgiriya milîsên Husî li Yemenê, piştgiriya Hemasê û cîhadiyên îslamî dike. Hemû bi hev re salane dike 2.5 milyar dolar.”

Heta niha YPGê li ser vê daxuyaniya wî wezîrê cihû tiştek negotiye.

Basnews
Top