Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
Ayhan Bîlgen ji Rûdawê re da xuyakirin, ku li Parlamentoya Tirkiyê danezana nerazîbûnê li hember biryarên Amerîkayê yên li dijî Tirkiyê hatiye amadekirin lê daxwaz ji partiya wan nekirine ku îmzayê li ser wê daxuyaniyê bike.
Bîlgen got: “Em ji vê yekê nehaydar in. Ev yek tê wateya wê yekê ku HDP tê pşitguhxistin û tê vederkirin.”
Derbarê sedemên têkçûna peywendiyên Amerîka û Tirkiyê de jî Bîlgen diyar kir: “Divê ev sedem bên gotûbêjkirin. Ew asta peywendiyan nayê qebûlkirin. Pêwîste mijarên dadweriyê û mafê mirov nebe amrazê têkiliyên navbera welatan.”
Bîlgen herwiha got: “Mijarên dadweriyê li Tirkiyê ketine rewşeke xerab de û rojekê biryara girtinê tê dayîn lê piştre bo malê tê veguhestin nîşan dide ku ew babetên dadweriyê dibin mijarên siyasî û em vê yekê rast nabînin û nabe civak bê cezakirin. Her diçe şêweyê siyaseta Trump û Tirkiyê dişibin hev.
Helbete di navbera welatan de pirsgirêk derdikevin. Lê nabe weke ku siyaseta navxwe tê birêvebirin siyaseta derve jî bi heman awayî bê meşandin. Ji ber ku ew yek dibe sedema derketina kirîzan ku têkçûna têkiliyên Tirkiyê û Amerîka jî yek jî wan encamane.”
Rudaw
