• Tuesday, 17 February 2026
logo

Xwepêşandanên li Besre û bajarên din didomin

Gulan Media August 4, 2018 Nûçe
Xwepêşandanên li Besre û bajarên din didomin
merceiyeta şîiyan jî piştgîrî da xwepêşandanan
Di çarçoveya xwepêşandanên heyî yên li Başûrê Îraqê de, îro dîsa li Besre û piraniya bajarên din yên Başûrê Îraqê xwepêşandan dest pê kirin.

Ev xwepêşandanên ku jiber nebûna xizmetgozariyan li dijî hikûmeta Bexdayê hatine destpêkirin didomin û îro jî li Besre û çend bajarên din li gel destpê kirina xwepêşandanan, hêzên ewlekarî jî êrîşî ser xwepêşanderan kirin lêbelê derbarê zirar û ziyanên wan êrîşan de ti zaniyarî nehatin belavkirin.

Ji aliyeke din ve jî her îro înê, merceiyeta şîiyan ya li Kerbalayê piştgîriya xwe bo xwepêşanderan û daxwazên wan diyar kir û xwepêşandan bi mafê reva yê xelkê bilêv kir û piştgîriya xwe ya bê dawî bo xwepêşandanan diyar kir.
Top