Rikeberiya li ser Rojavayê Kurdistanê
Li gor çavdêrên peywendîdar, piştî ku şerê dijî DAIŞê li Sûriyê ber bi dawîbûnê ve diçe, rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê tê guhertin. Medyaya Rûsyayê jî dibêje Esed dixwaze deverên Kurdî careke din vegerîne bin kontrola xwe, Amerîka jî ne gelekî rijd e ku ligel hevpeymanên xwe YPG-HSD bimîne, Tirkiyê jî pêdagir e ku rêveberiya Kurdan a defakto li bakurê Sûriyê jinav bibe. Li gor çavdêran, hemû kaxezên lîstika siyasî li bakur û rojhilatê Sûriyê tevlîhev bûne.
Amerîka heta dawî pişta YPG- HSDê nagire û dibe di demeke nêzîk de hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişin. Lewra Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) neçar bû berê xwe bide Şamê û ligel hikûmetê gotûbêjan bike daku bikaribe destkeftên xwe biparêze.
Li gor tê pêşbînîkirin bi navbênkariya Rûsyayê desthilateke hevbeş ji rêveberiya xweser û hikûmetê li Rojavayê Kurdistanê bendavên ser Firat û sektora petrolê birêve dibe, daku Tirkiye êrîşî Rojavayê Kurdistanê neke û hêzên Sûrî-Rûsî derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin.
Herwiha li gor medya Rûsyayê ExxonMobil a Amerîkî û Rosneft a Rûsî projeyên hevbeş li Rojavayê Kurdistanê pêk tînin û ev hevsengiya navdewletî garantiyê dide Rojavayê Kurdistanê.
Medya Rûsyayê dibêje, bi çûna MSDê bo Şama paytexta Sûriyê mirov dikare bibêje Esed pirsa Kurd li Sûriyê çareser dike. Heman çavkanî pêşbînî dikin ku YPG-HSD bi hevkariya Rûsya û Esed li ser sînorê Tirkiyê nemînin, daku ku Erdogan dest ji Idlib, bakurê Helebê û bakurê Laziqiyê berde. Lê çavdêrên peywendîdar dibêjin ku rikeberiya li ser bakur û rojhilatê Sûriyê hê jî gelekî zehmet e û girêkên kor û dijber têde hene.
Rudaw
