Kurdên Êzdî yên li kampan dixwazin li gundên Bakûr bicih bibin
Berî niha hatibû ragihandin ku 5 kampên penaberên Sûriyê yên li bajarên Dîlok, Riha û Mêrdînê dê werin girtin û 34 hezar û 180 penaber dê li kampên nû ên li ser sînor bên bicih kirin.
Yek ji wan kampên dê were girtin ya Kurdên Êzdî ya li Midyada Mêrdînê ye. Lêbelê Kurdên Êzdî naxwazin bicin kampên nû û dixwazin li gundên Êzdiyan ên li Bakûr bicih bibin.
Herwiha hat ragihandin ku ji sedî 90ê Êzdiyan li gundan bicih bûne û hat diyarkirin tê çaverêkirin ew Kurdên Êzdî ji bo kampên neyên veguhastin û li wan gundan bimînin.
Basnews
