Dayika Bîrkar: Înşallah zarokê hemû kesan wiha serkeftî be
Koçer Bîrkar li gundê Nê ya bajarê Merîwan a parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Bîrkar di sala 2000î de li Brîtanyayê bûye penaber û xwendina xwe berdewam kiriye.
Di dema wergirtina xelata Fields de gotibû: “Kurdbûn nehêsan e û tenê çiya dostên me ne.” Herwiha gotibû: “Ez hêvî dikim, vê agahiyê 40 milyon Kurdên cîhanê kêfxweş kiribe.”
Roja pênşemê li gundê Nê ku li tenişta bajarê Merîwanê ye, xelkê aheng gêra û posterên Serok Mesûd Barzanî Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Koçer Bîrkar bi hev re li meydana gund daliqandin, ku peyama Serok Barzanî jî li ser bû.
Dayika profesorê Kurd ji Rûdawê re ragihand, ku ew dilxweş e, ku kurê wê xelateke wiha mezin wergirtiye û got: “Înşallah zarokê hemû kesan wiha serkeftî be. Hêvî dikim Xweda me bi hev şad û serbilind bike. Mirazê min ew bû ku niha li cem min ba û min destê xwe danîba ser milê wî.”
Derbarê peyama Serok Barzanî de dayika wî diyar kir: “Destxweşî li Kak Mesûd Barzanî dikim ku kêfxweşiya xwe aniye ziman û ji bo kurê min peyam şandiye, ew wek kurê xwe qebûl kiriye. Em jî wî wek bavê xwe qebûl dikin û hêviya serkeftinê jê re dixwazin, înşallah serkeftî be.”
Xelata Fields a ku profesorê Kurd wergirt, weke "Nobela di warê bîrkariyê de" tê zanîn, ji sala 1932an ve ji wan kesan re tê dayîn ku di warê bîrkariyê de dahênanê dikin.
Rudaw
