Konsulê giştiyê nû yê Hindistanê serdana Serokwezîr dike
Konsulê nû yê Hindistanê ji bona wê pêşwaziya germa lê hatiye kirin û hevkarîkirina digel konsulxaneya welatê wî tê kirin, sipasiya saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku ew hevkarî berdewam be.
Şandeya mêvan behsa têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Hindistanê kir û berhrviya xwe nîşan da ku wan têkeliyan di hemû waran de, bi taybetî di warê vekirina kursên meşiq û rahînanê ji bo karmendên hikûmeta Kurdistanê, pêşdetir bibe.
Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku konsulê nû yê Hindistanî di kar û xebatên xwe de serkeftî be û ji bona piştevanî û hevkariyê jî, berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serokwezîr behsa giringiya têkeliyên navbera Kurdistanê û Hindistanê, bi taybetî di warê aborî, bazirganî, kultûrî û rewşenbîrî de û mifa wergrtin ji tecrbeya îdariya Hindistanê kir.
Rewşa siyasî û emnî ya herêmî û rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê çen mijarên din yên civînê bûn
