• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pompeo û Çawîşoglu li ser pirsa keşeyê Amerîkî civiyan

Gulan Media August 3, 2018 Nûçe
Pompeo û Çawîşoglu li ser pirsa keşeyê Amerîkî civiyan
Peyvdara wezareta derve ya Amerîka (Heather Nauert) eşkere kir, ku îro wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo li gel hevpostê xwe yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu civiya ye, di civînê de herdu alî li ser çarekirina hemû pirsgirêkên di navbera wan de û asayîkirina pêwendiyan lihev kirine.

Bi sedema desteserkirina keşeyê Amerîkî (Andru Brunsin) ji aliyê Tirkiyê ve, pêwendiyên Washington û Enqerê rastî aloziyan hatin û îdara Amerîkî siza li ser wezîrê Dadê yê Tirkiyê sepand.

Li ser pirsa sizakirina wezîrê Dadê yê Tirkiyê, wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand, ku sepandina sizayan li ser Tirkiyê, wê yekê nîşan dide, ku Amerîka li ser çarekirina pirsgirêkan li gel Enqerê cidî ye.

Civîna îro ya Pompeo û Çawîşoglu li Sengapure hat lidarxistin, di naveroka wê civînê de, herdu aliyan lihev kirin, ku ji bo çarekirina hemû pirsên bûne sedema çêbûna nakokî û aloziyan di navbera herdu welatan de, bi hemû karînên xwe bizavan bikin.

K24
Top