• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Bedlîsê festîvala kaşûnê hat lidarxistin

Gulan Media February 16, 2022 Corane
Li Bedlîsê festîvala kaşûnê hat lidarxistin

Li navçeya Tetwanê ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, festîvala kaşûnê hat lidarxistin. Welatiyan di festîvalê de kaşûn kirin û bi çalakiyên cuda rojeke xweş derbas kirin.

Li herêma Rahwayê ya Tetwanê, bi hezaran kes beşdarî festîvala kaşûnê bûn ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve hatibû rêkxistin. Di festîvalê de pêşbaziyên kaşûnê û çalakiyên zarokan hatin lidarxistin û kaşkaşok bo zarokan hat diyarîkirin û bo beşdarvanan nan û sûcuq, şorbe û çay hat belavkirin.

Serokê Şaredariya Tetwanê Mehmet Emin Geylanî jî got: “Bedlîsa me paytexta berfê ye. Li cih û navendeke wiha xweşik me ev çalakî lidar xist. Ji ber pandemiyê du sal in, em nehatibûn ba hev. Me ji bo festîvalên meha Sibatê çalakiyên cuda lidar xistin. Me çalakiyên zarokan, pêşandana şanoyê û konên fezayê û şevên dengbêjan kirin.”

Di festîvala ji sibê heta êvarî berdewam kir, hunermandan konserek lidar xist û xelkê jî bi stranên Kurdî govend gerandin. Zarok jî bi çalakiyên cuda yên wek şano û pêşbaziyên kaşûnê kêfxweş bûn.

Mehmet Emin Geylani got jî: “Me îro jî li vêderê li qadeke vekirî, festîvala kaşûnê lidar xist. Beşdariyeke zêde heye, li vêderê hemû kes bextewar in. Xizmetên me yên belavkirina nan û sûcuq, şorbe û çayê hene.”

Îsal pêleke berfê berê xwe daye bajarên Bakurê Kurdistanê û li piraniya bajaran berfeke zêde bariya ku li hinek herêman stûrbûna berfê gihişte 6-7 metreyan. Zêde barîna berfê hejmara çalakiyên kaşûnê û werzişên berfê li Bakurê Kurdistanê zêde kirine.

 

Rudaw

Top