Rûsya: Em ê ji Tirkiyê bixwazin ku ji Sûriyê derbikeve
Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo karûbarên Sûriyê Alexander Lavrentiev civîna Astana-10 a li bajarê Soçi yê Rûsyayê hatî sazkirin û tê de çarenivîsa Sûriyê hatibû gotûbêjkirin ji medyayî Rûsî re nirxand.
Li gor nûçeya “Sputnik” Alexandr Lavrentiev di derbarê hebûna leşkerên Tirkiyê li Sûriyê de got, wan daxwaz ji Tirkiyê kiriye dema ku operasyon û karê wan bi dwaî hat, leşkerên xwe ji Cerablûs, Ezaz û deverên din vekişîne.
Lavrentiev diyar kir, di navbera Ezaz û Cerablûsê de niha devereke mezin di bin kontrola Tirkiyê de ye û wiha axivî: “Tirkiye li Idlibê jî li binkeyên xwe xwedî hin berpirsyariyan e. Me her tim gotiye û daxwaz kiriye ku dema operasyon peywîra wan qediya, divê Tirkiye leşkerên xwe vekişîne. Em ê li ser vê yekê bi rijd bin ku Tirkiye leşkerên xwe velişîne û piştre wê proseya yekgirtina van deveran destpê bike.”
K24
