Şandeyeka HDPê jibo tevlî salvegera komkujîya Şingalê bibin çûn Başurê Kurdistanê
Parlamenterê HDPê ye Amedê Îmam Taşçîer bi reya telefonê de ji peyamnerê WAARê re got, şanda HDPê sibê we li Şingalê bin, bo nîşandana hevxemiya xwe.
Hat zanîn ku şanda HDPê ji her du parlamenter Feleknas Uca û Îmam Taşçîer û hejmarek ji endamên encûmena jinan a HDPê pêktê. Şanda HDPê dê çend rojan li Herêma Kurdistanê bimîne û di roja 3ê Tebaxê de beşdarî di merasîmên 4êmîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de bike, ku dê li Duhokê bihê sazkirin.
Parlementerên HDPê piştre serdana Hewlêrê bike û bi çend partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re hevdîtinan pêk bîne.
Waar.tv
