Nêçîrvan Barzanî digel şandeyeke leşkeriya Amerîkayê dicive
Şandeya mêvan rola pêşmergeyê Kurdistanê di hevkarî û alîkarîkirina hêzên hevpeymanan di operasyona vê dawiyê ji bona jinavbirina metirsiya terorê bilind nirxand û sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Şandeya Amerîkayê bi pêwîstî zanî ku ji bona rêgirîgiritn ji metirsiya serhildana DAÎŞê hevkaîr di navbera pêşmerge, arteşa Îraqê û hêzên hevpeymanan hebe û ji bona encamdana reforman di wezareta pêşmerge de jî berheviya xwe nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkariyên leşkeriyên Hevpeymanan û Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê û pêşmerge kir û hêvî xwest ew alîkarî bi taybetî di warê çaksazî û jinûve rêkxistina wezarerta pêşmerge berdewam be. Serowkezîr tekîd kir ku ji bona rêgirîgirtin ji serhildana çekdarên DAÎŞê divê zêdetir hevkarî û hevahengî di navebra Pêşmerge, arteşa Îraqê û hêzên Hevpeymanan de hebe,
Rewşa hermî û rewşa emnî û siyasiya Îraqê çend mijarên din yên civînê bûn.
