Nêçîrvan Barzanî ligel konsulê nû yê Çekyayê civiya
Roja çarşembiyê 1ê Tebaxa 2018an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Nû yê Komara Çekya Mikhail Svoboda li Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir.
Li gorî daxuyaniya hikûmeta herêmê, di hevdîtinekê de konsulê nû yê komara Çekyayê yê li Herêma Kurdistanê amaje bi pêwnediyên dostane û dîrokî yên Herêma Kurdistanê û Çekyayê kir û spasiya hevkarî û hêsankariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo konsulê berê kir û hêvî kir, ku ew alîkarî berdewam bin.
Konsulê nû yê Çekyayê herwiha amadebûna welatê xwe bo hevkarî û hemahengiya li gel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê zanistî de nîşan da û vekirina zanîngeha teknîkî ya Çêkya li Hewlêrê bi pêngavek di vê arasteyê de bi nav kir, ev jî ji bilî ku çend rêxistinên Çekyayê di warê mirovî de hevkariya aware û penaberan dikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî di vê hevdîtinê de ji bona kun û dest bi kar dibe, pîrozbayî li konsulê nû yê Çekyayê yê li Hewlêrê kir û di kar û erkên wî de hêviya serkevtinê jê re xwast.
Nêçîrvan Barzanî herwiha tekezî li ser hevkarî û hêsankariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo kar û çalakiyên konsulê nû yê Çekyayê kir û tekezî li ser pêwnediyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Çekyayê jî kir û li hember vekirina zanîngeha teknîkî ya Çekyayê li Hewlêrê spasiya wî welatî kir.
Serokwezîr Barzanî amadebûna Herêma Kurdistanê jibo pêşxistina hevkariyan û geşkirina zanistê û warên din jî nîşan da.
Li gorî daxuyaniyê, gotûbêjkirina rewşa navçeyê û proseya siyasî û rewşa ewlehiyê li Iraqê aliyeke din ê hevdîtinê bû.
Çekya endamekî çalak ê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê ye û di wê çaçroveyê de jî alîkariya Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge kiriye. Herwiha pêwendiyeke bihêz û xurt a aborî û çandiniyê di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Çekyayê de heye.
Di naverasta meha 5 a sala 2017an de, Çekya û Herêma Kurdistanê girêbestek li ser esasê 3 xalan îmza kirin, piştî encamdana du qonaxan, qonaxa dawî damezrandina kargeha berhemanîna traktorên Zetor li Herêma Kurdistanê bi navê Kargeha Traktorê ya Kurdistanê ye.
Rudaw
