Ebadî: Kurd ji bo pêkanîna hikûmetê cidî ne
Heyder Ebadî piştî civîna li gel Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di derbarê pêşhatên dawîn û têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de axivî.
Ebadî diyar kir ku hevdîtinên wan ên ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Hewlêrê berdewam dikin.
Ebadî di derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de jî got ku ew li bendê ne heta 3 heftiyan adageha federal encamên hilbijartinê pesend bike.
Serokwezîrê Iraqê li ser helwesta Kurdan jî got ku nêzîkatiya Kurdan gelek erênî ye û diyar kir ku Kurd di mijara pêkanîna hikûmetê de cidî ne û proseyê asteng nakin.
Ebadî wiha axivî: “Ji bi bihêzkirina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê hewlên me berdewam dikin. Divê em sîstemeke ku kêşeyên Kurd, Ereb, Tirkmen û pêkhateyên din çareser bike, ava bikin. Di sîstemê de pirsgirêk heye û divê em vê çareser bikin. Hevdîtinên me yên ji bo diyarkirina namzedê serokwezîriyê dewam dikin. Hêvî dikin di rûniştina yekem a parlamentoyê de em serokwezîr û cîgirên wî diyar bikin.”
Li Iraqê 12ê Gulanê hilbijartinên giştî pêk hatibûn û hevpeymaniya di bin serokatiya Muqteda Sadr weke partiya yekem bi ser ketibû.
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî li Kurdistanê yekem partî bû û li seranserê Iraqê jî di rêza çarem de bû.
Basnews
