• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîka li dijî Îran piştevaniya Ebadî dike

Gulan Media August 1, 2018 Nûçe
Amerîka li dijî Îran piştevaniya Ebadî dike
Jêderekî siyasî haydar ragihand, ku Amerîka derbarê berbijarkirina Ebadî, ji bo wergirtina postê serokwezîriya Iraqê, peyamek ji aliyên giring ên Iraqî re şandiye û têde diyar kiriye ku Ebadî take bijardeyê Amerîka ye ji bo wergirtina postê serokwezîriyê.

Malpera Şefeq News ji ser zimanê wî jêderî veguhestiye, ku Amerîka di wê peyamê de, piştevaniya Ebadî dike ji bo serokwezîriya Iraqê, bêyî ku guh bide hûrkariyên pêwendî û hevpeymaniyên wî li gel aliyan.

Li gorî heman jêderî, corek ji hişyariyê di peyama Amerîka de heye ji bo ew aliyên ku dixwazin kesekî din cihê Ebadî bigire.

Wî jêderî diyar kir, ku pêwendiya helwesta Amerîka bi nakokiyên li gel Îranê re heye û niha bazinê sizayan li ser Taranê berfirehtir bûye.

K24
Top