Ebdula Kwêxa Mubarek dest ji kar berda û gef li Gorran kirin!
Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Gorran Ebdula Kwêxe Mubarek di nivîseke xwe ya di tora civakî facebookê de bi serenava ‘’Du rêyên li pêş Gorran’’ de ragehand û behsa wî 10 milyon dolarî kir ku Newşîrwan Mistefa bo ava kirina şîrketa ‘’Wuşe’’ wergirtibû û li gel wî erdê 120 donimê Girê Zergete yê Gorran ku daristanbû û naha li ser navê kurên Newşîrwan Mistefa hatiye tapo kirin anî rojevê. Herwaha got, divê malbata Newşîrwan Mistefa ji xelkê re bibêjin ew pare, erd û şîrketên Newşîrwan Mistefa bo Gorran bûn ne ji bo kurên Newşîrwan Mistefa.
Herwaha hişyar kir, ku eger ji rê derketin çêbe, wê demê dê bawerî li hember pêşeroja Gorran û paqijiya Newşîrwan Mistefa namîne û dê bikeve bin pirs û gumanê. Û got: ‘’Dê nêrînek li gel xelkê ava bibe ku Newşîrwan Mistefa Gorran damezrand û nîv milyon xelk bikaranî û bi parê berîka xwe ve, qurbanîdan bi jiyan û giyana xwe ve, bo veşartina dehan milyon dolar û şîrket û erd bo kurên xwe pê komkir. Ji bo wê yekê jî xelk bikaranîn, ku xelk ji wî re nebêje gendel û wek berpirs û rêberên din ên kurd ji wî re jî bê gotin paqij, karizmatik û bavê feqîr û hejaran.’’
Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Gorran Ebdula Kwêxe Mubarek hişyariya vê yekê jî kir ku eger nêrîneke waha ava bibe ‘’Baca vê dê bibe nîvî zêdetirî dengên Gorran ji dest diçe.’’ Sedem jî ew e ku nîvî bêhtir alîgirê Gorran ‘’Hîn bi temamî bernameya Gorran nexwandine.’’ Tenê dû Newşîrwan Mistefa ketine.
Herwaha got: ‘’Min dest ji endamtiya Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Gorran kêşaye û di ber pêgeha xwe de min qurbanî û berdîl dane, lê wek helwêstek li hember vê rê derketina Gorran min dest li kar kêşa.’’
Herwaha gefa vê yekê jî kir ku eger pirsgirêkên Gorran neyên çareser kirin; ‘’Dibe ku ez bê kar nerûnêm û di dema bangeşeya helbijartinên vê carê de ez jî kampanya birêve bibim.’’
Basnews
