Li Barzanê merasimeke girseyî hate organîze kirin
Merasime bi xwendina çend ayetên qorana pîroz destpê kir û pişt re jî sirûda nîştimanî ya Ey reqîb hate xwendin û pişt re jî aliyên beşdar deste golên xwe bo rêzgirtinê li ser goristana enfalkiriyan danîn.
Piştî danîna deste Golan nunerên aliyên beşdar peyamên xwe di derbarê prosesa enfalê de pêşkêşkirin û 8 hezar enfalkirî bi bîr anîn û serê xwe li hember wan tewandin.
Weketê zanîn beriya 35 salan rejîma hilweşiyayî ya besê li dijî Kurdan dest bi prosesa enfalê kiribû û di encama vê prosesa han de 8 hezar Kurdên Barzanî di merheleya yekem û dudiyan ya vê prosesê de di çolên başûrê Îraqê de hatine enfalkirin.
