• Tuesday, 17 February 2026
logo

McGurk pêwaziyê li civîna Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî dike

McGurk pêwaziyê li civîna Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî dike
Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de (Brett McGurk), pêşwazî li civîna di navbera serokwezîrê Herêma Kurdistanê (Nêçîrvan Barzanî) û serokwezîrê Iraqê (Heyder Ebadî) de kir.

Brett McGurk li ser Twitter a xwe nivîsiye, ku ew pêşwaziyê li civîna di navbera serokwezîrê Herêma Kurdistanê (Nêçîrvan Barzanî) û serokwezîrê Iraqê (Heyder Ebadî) de dike, ji bo bihêzkirina hevrêziyê di warê ewlehî û abûrî de, di çarçoveya destûra Iraqê de.

McGurk Kurdistan24 weke çavkaniyekê bikar anî û got: Ew hevrêzî ji bo têkşikandina yekcarî ya DAIŞê û başkirina xizmetkariyan û rewşa welatiyên Iraqê gellekî giring e.

Duh serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Bexdayê civînek lidar xistin û li gorî nivîsgeha Ebadî, di civînê de, behsa rewşa siyasî ya giştî û pirsên girêdayî bi herdu aliyan hat kirin û diyar kir, nêzîkbûnek ji bo çarekirina kêşeyan heye û hevrêzî û hevkariya di nav hêzên Pêşmerge û yên Iraqî weke pêwîstiyek mezin binav kir.

K24
Top