• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tirkiye: Gefên Amerîkayê bi ti awayî nayên qebûlkirin

Tirkiye: Gefên Amerîkayê bi ti awayî nayên qebûlkirin
Encûmena Asayişa Netewî ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, gefên Amerîkayê yên li hember Tirkiyê bêrêzî ne û bi ti awayî nayê qebûlkirin.



Piştî derbasbûna hikûmeta Tirkiyê bo sîstema nû ya serokatiyê, îro yekemîn civîna Encûmena Asayişa Netewî ya Tirkiyê (MGK) bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan hat sazkirin.



Civîna MGKê bi qasî 5 saet û 50 xûlekan dom kir.



Di daxuyaniya piştî civînê de, amaje bi gefên Amerîkayê yên li dijî Tirkiyê hatiye kirin û hatiye gotin, ku Enqere wan gefên Waşingtonê bi ti awayî qebûl nake.

Rudaw
Top