• Tuesday, 17 February 2026
logo

Encumena Wezîran cejna Çilê Havînê li Ezidiyan pîroz dike

Encumena Wezîran cejna Çilê Havînê li Ezidiyan pîroz dike
Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê di peyamekê de cejna Çilê Havînê li hemû Ezidî yên Kurdistan û cîhanê pîroz dike.

Tekesta peyama Encumena Wezîran:

Em ji bona cejna Çilê Havînê ya Êzidiyan pîrozbahiyeka gerim ji hemû xuşk û birayên Êzidî yên Kurdistanê û cîhanê dikin û hêvîdar in ev cejn bibe xêr û xweşî bo Kurdistanê bi giştî û xuşk û birayên Êzidî bi taybetî.

Em kêfxweş in ku piştî cenosayda Şengalê, bo cara yekem e xuşk û birayên Êzidî bo cejnê serdana Lalişa nûranî dikin.

Em tevî vê cejnê, qurbanî yên karesatên ku bi ser Êzidiyan hatine bi bîr tînin, bi taybetî êrişa terorîstên DAIŞê bo ser devera Şengalê û dorhêla wê ku gelek xuşk û birayên me yên Êzidî şehîd bûn û gelek jî hatin revandin û bi hezaran kes jî koçbar bûn.

Em hêvîdir in ji bo cejn û bîrhatinên pêşrojê, xuşk û birayên me yên Êzidî bo ser cihên azad û avedankirî yên vegerin û revandî yên destê terorê jî azad bibin, ku azad kirina wan yek ji karên pêşînên me ye heya azadkirina wan, em li ser hewlên xwe berdewan dibin.

Em careka din cejna Çilê Havînê ji hemû xuşk û birayên Êzidî pîroz dikin û her sal bi xîr û xweşî be.

Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê

2018/7/30
Top