• Tuesday, 17 February 2026
logo

Parlamenterekî kurd: Hikûmeta Iraqê ji mêjve bin ketiye

Parlamenterekî kurd: Hikûmeta Iraqê ji mêjve bin ketiye
Parlamenterekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) dibêje, ji mêjve hikûmeta Iraqê bin ketiye.

Parlamenterê Yekgirtû li parlamentoya Iraqê Musenna Emîn li ser alozî û xwepêşandanên Iraqê ji BasNewsê re got, hikûmeta Iraqê ti carî nekariye bi awayekî aktîf xizmeta welatiyan bike. Aloziyên niha jî hemû hêrs û kerba welatiyan e li dijî hikûmetê, çimkî xizmetek baş pêkêşî welatiyan nekiriye.

Li ser bikaranîna hêz li dijî xwepêşanderan jî Musenna Emîn got, her gava hikûmet bo serkutkirin û bêdengkirina welatiyan hêzê bikar bîne û hinekan bikuje ev nîşan dide ku hikûmet bin ketiye û siyaseta wê jî xelet e. Helbet ev demek dirêj e hikûmeta Iraqê bin ketiye.

Wî parlamenterê Yekgirtî anî ziman ku li hemû dezgehên hikûmeta Iraqê de gendelî heye û got, hebûna gendeliyê bûye sebeba lawazbûna xizmetguzariyan. Hinek kes jî ji vê rewşê sûd werdigirin û rewşa welêt aloz dikin.

Basnews
Top