• Tuesday, 17 February 2026
logo

Polîtbîroyên PDK û YNKê dicivin

Polîtbîroyên PDK û YNKê dicivin
Biryare roja duşemê polîtbîroyên PDK û YNKê careke din bicivin û projeyê xwe yê pişikdarîyê di hikumeta Îraqê de pesend bikin.

Li goreyî agehîyên WAARê projeya hevpişika PDK û YNKê li dor pêkanîna şandeka Kurdistanî ye ji bo pişikdarîkirinê di hikumeta Îraqê de herwisa pakêca herdu alîyane ji bo gerentîkirina mafên distûrî û qanûnî yên Herêmê û piştî di civina duşema herdu mektebên sîyasî de tê pesend kirin dê wî projey pêşkêşî hemû alîyên Kurdistanî biken.
Pêştir Mehmûd Mihemed peyivdarê PDKê ragehand bû wan daxwaz ji hemû alîyan kirîye bi hevra weke yek şand û lîst biçine Bexdayê û gotûbêjên pêkanîna hikumetê biken û niha jî wan projeyek heye û dixwazin hemû alîyên Kurdî têbînyên xwe li ser bibêjin.

Waar.tv
Top