Ozçelik: Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê tu pirsgirêkan çareser nake
Daxûyaniya Serokê Giştî yê PAKê, Mustafa Ozçelik:
Rewşa Awarte jî ‘’Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê’’ jî tu pirsgirêkan çareser nake
Dewleta Tirkîyeyê dawî li Rewşa Awarte anî; lê bi navê ‘’Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê’’, gelek qedexeyên ku di dema Rewşa Awarte de jî tunebûn di qanûna nû de bicîh kir. Bi vî karê xwe yê ewil, Sîstema nû ya Serokatîyê, nîyet û nexşe rêya xwe jî nîşan da. Bi vê Qanûna nû, di eslê xwe de, bi taybetî ji bo Kurdan êdî Rewşa Awarte ji bo 3 salan dê weke ‘’Rewşa Asayî’’ pêk bê. Şer, mirin, wêranî, hefs, tune hesibandin, neheqî, zilm, bêzar kirin ,tadeyî û rewşên awarte bûne perçeyekî ji jîyana Kurdan. Weha dîyar e ku Erdoğan û hemû dezgeh û rêvebirên Dewleta Tirkîyeyê yên esasî, li ser vê sîyaseta tund û tûjîyê , li ser vê sîyaseta dijî Kurdan li hev kirî ne.Lê ma heta kengî dê bikaribin vê sîyasetê bimeşînin? Ma heta kengî Dewleta Tirkîyeyê dê Kurdan û mafên Kurdan bi vî awayî tune bihesibînin? Dewleta Tirkîyeyê eve 95 sal e bi şêweyên cuda cuda her vê siyasetê dimeşîne. Lê divê êdî bibîne ku, ev rê ne tu rê ye. Rewşa Awarte, ‘’Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê’’ û şer tu pirsgirêkan çareser nake. Li ser bingehê edalet û azadî û demokrasîyê; li ser bingehê ku statuyeke sîyasî ya ku wekhevîya du miletan pêk bîne, divê Dewleta Tirkîyeyê ji bo çareserîyeke sîyasî gavên aştîyane û pêwîst bavêje.
