• Tuesday, 17 February 2026
logo

Parlementerê HDPê pirsa qedexekirina pirtûka Kurdistanê ji wezareta Dadê xwest

Parlementerê HDPê pirsa qedexekirina pirtûka Kurdistanê ji wezareta Dadê xwest
Firotina Pirtûka Dîroka Kurdistanê ya ku ji alîye nawenda lêgerînen Kurt ve hatî amadekirin ji alîye dadwerîya sulhê ya Ayvalika navçeya bajare Balikkesîrê ve hat qedexekirin.
Li ser qedexekirina firotina ve pirtûkê Parlementerê Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê ye Wanê Murat Sarisaç, bi pêşnîyarnameyeka nivîskî serledan li wezareta Dade ya Tirkîyê kir û ji wezîrê Dadê Abdulhamît Gûl xwest agahîyan li ser ve buyere bide wî.
Li pêşnîyarnameye de 5 pirs ji wezarete hat kirin û wiha hat gotin:”Jibo qedexekirina ve pirtukê çi agahî li deste wezareta we de hene. Sedeme qedexekirina pirtuke dîroka Kurdistanê ya huquqî çîye û pevajoyek çave te şopandin. Xebateka li ser dîroka Kurdan ya zanistî çi babte sucî tede heye. Qedexekirina pirtuka dîroka Kurdistanê li gor biryara zagona bingehî ya nawnetevî yekahengê an na. Li Tirkîyê pirtûkên biryara komkirin û qedexekirî çendin û ev kîjan pirtûkin.”

Waar.tv
Top